Gerîla li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker du çalakiyên hemwext pêk anîn. 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku hêzên wan 1’ê Tebaxê li Xakurkê li dijî yekîneyeke dewleta Tirk a dagirker ku li Girê Şehîd Botan bicih bûbûn çalakiyek lidar xist.
Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin.
Di heman demê de gerîla li dijî yekîneya veşartî ya dagirkeran ku li pervanên Girê Şehîd Sarya bicih bûnûn, çalakiyek pêk anîn.
Di vê çalakiyê de jî 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.