Yekem jina ducanî li Maghribê ji vîrûsê baş bû

Di demekê de ku ji ber vîrûsa Corona jiyana mirovan tev ketiye metirsiyê. Yekem jina ducanî li Maghribê ku bi vîrûsa Corona bû baş bû.

Malpera ‘Hisprîs’ a Mexiribî ragihand ku, jina ducanî 31’ê Adarê ji ber vîrûsa Corona lê peyda bibû derbasî nexweşxaneya ‘Soyîsî’ ya li paytexta Rîbatê hatibû kirin.

Piştî dermankirin û çavdêriya tendirustiyê jina ducanî ji vîrûsa baş bû û ji nexweşxaneyê derket.

Wezareta Tendirustiyê ya Mexiribê diyar kir ku di 24 saetên dawî de 100 kesên din jî bi vîrûsê ketine. Giştî jimara bû 2000.

Jimara kesên mirî jî heta niha 127 e.

Back to top button