Jineke Êzîdî li Almaniya hat kuştin

Jina Êzidî Besma Ekîncî ya dayika sê zarokan li bajarê Hîldesheîmê  ji aliyê zilamê ku pê re zewic bû ve hate kuştin.

Saziyên jinan bûyer bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ne vîrûsa corona, lê belê hişmendiya zilam, jinan dikuje.

Di vê dema vîrûsa Coronayê de ku li her devera cîhanê belav bûye, tundiya li dijî jinan jî zêde bûye.

Jineke Êzdî li bajarê Hîldesheîmê  yê Elmanyayê ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bû ve hat kuştin.

Dayika 3 zarokan Besma Ekîncî ya 26 salî, doh di roja Çarşema Sor de hat kuştin.

Saziya Piştgiriya Jinan a Ewropayê û rêxistinên TJK-E, Utamara, SMJÊ û FEDA’yê bi daxuyaniyeke hevpar ev bûyer şermezar kirin.

Saziyên nav borî, balkişandin ser zêdebûna tundiya li dijî jinan û diyar kirin ku li her derê cîhanê jinên ku di bin zilm û zoriya zilam de diman, bi derketina vîrûsê re yekser bi kujer û tehdevanên xwe re di malê de rû bi rû man.

Jin ji ber pêvajoya hiştina li malê, nikarin hawara xwe bigihînin rayedaran, lewra bi awayekî nemirovî leqayî tundî û kuştinê tên.

Jinan da zanîn ku ev qirkirin ne encama virusa Coronayê ye, encama pergala mêrsalar e. ku mal ji jinan re kiriye girtîgeh.

Jinan destnîşan kir ku tevgerên jinan di vê rewşa awarte de li dijî tundiya li ser jinan kampanya û xebatên xwe didomînin.

Saziyên jinan diyar kirin ku careke din em bûn guhdar û şahîdê qirkirina jineke neçar û gotin:

”Em gelek xemgîn in ku me nikaribû qîrîna wê bibihîzîn, xwe bigihandê û jê re jiyaneke bê tundî, bi ewlehî ava bikin.

Ji malbata Ekîncî re sersaxiyê dixwazin, emê têkoşîna xwe ya li dijî pergala mêrsalar û zilamên kujer bêsekin dewam bikin û hesabê qirkirinên jinan bipirsin.”

Back to top button