Berhem Salih: Divê demildest qanûn pêk bê

Serokomarê Iraqê Berhem Salih banga bilezkirina pêkanîna qanûna rizgarkirina jinên Êzîdî kir ku ev qanûn sala bûrî serokatî radestî meclisa Nûneran kiribû.

Doh Serokomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku komkojiyên di derheqê Êzîdiyan û bi tayber jinên Êzîdê di lîsteya yekemîn a komkujiyan de hat ragihandin, divê qanûna rizgarkirina jinên Êzîdî jî demldest pêk bê.

Berhem Salih got:

Em cejna Çarşema Sor li tevahî gel û jinên Êzîdî pîroz dikin û hêvî dikim ku sala bê sala aştî û aramî ji bû wan be.

Gelê Êzîdî gelek berdêlên giran dan û bi çesaretekî mezin li himber çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan, niha li himber vîrûsa koronayê jî xwe diparêze.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih dawiyê destnîşan kir ku ewê piştgiriya daxwazên Êzîdiyan bikin û mafê wan misoger.

Back to top button