Hêzên Xelîfe Hefter û hikumeta wîfaqê agirbest ragihand

Piştî zexteke Ewropî, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê agirbest li rojavayê welêt ragihand.

Berdevkê artêşê Ehmed Mismarî di daxuyaniyekê de teqez kir ew ê şer li herêma rojavayî ji roja 12 Çileyê ango îro rawestînin.

Mismarî di heman wextê de hişyarî da ku, eger hikumeta Wîfaqê ev yek binpê kir, ew ê bersiveke tund bidin.

Hikumeta Wîfaqê jî ragihand ku li ser daxwaza serokê Tirkiyê Erdogan û yê Rûsyayê Putin ew jî agirbestê radigihînin.

Ev agirbest piştî lihevkirina Erdogan û Putin bi 2 rojan pêk hat.

MERKEL Û PUTIN: PIŞTÎ AGIRBESTA LÎBYAYÊ, EM Ê DEST BI DANÛSTANDINÊN AŞTIYÊ BIKIN

Di hemna çarçoveyê de, şêwirmenda Alman Merkel û serokê Rûsî Putin di Konfranseke çapemeniyê de ragihand ku divê rewşa Lîbyayê di konferansa Berlînê de were çareserkirin..

Komîteya bilind a Yekîtiya Afrîkayê jî wê di 25ê Çileyê de civînekê ji bo Lîbyayê li Kongo-Brazavîlle li dar bixe.

Leave a Reply

Back to top button