Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbicê piştgiriya xwe bi berxwedana Rêveberiya Xweser û QSD`ê re nîşan da.
Mihemed Sadiq El Isêdî bal kişand ser desteka dewleta Tirk ji çeteyên DAIŞ′ê li herêmê re û wiha got:
Dewleta Tirk hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire..
Aramanca wê tunekirina gelê herêmê ye.
El Isêdî spasiya helwesta gelên herêmê li hember dewleta Tirk kir û ev tişt anî ziman:
“Em gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe amade ne ku hemû planên dewleta Tirk têk bibin.
Em ê li hember hemû planên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, bi Rêveberiya Xweser û hêzên QSD`ê re bin..
Bi hev re em ê li ber xwe bidin.
Ji lew re planên dewleta Tirk a dagirker dê têk biçin.”