Şehîdên Parîsê, 11 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê hatin bîranîn.
Ji bo şehîdên kimkujiyan Parîsê , 11 gerîla û Tolhildan Tîrêj li Dortmûndê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Zêdeyî 350 kes tevlî bîranînê bûn ku li Kurdistan Zentrûm a Dortmûndê pêk hat.
Nûnerên Komeleya Mafên ŞehîdanTevgera Jinên Kurd a li Ewropayê û xizmên Mîr Perwer û Evîn Goyî li bîranînê axivîn.
Di axaftinan de diyar kirin ku ew bi şehîdên xwe serbilind in..
Wê têkoşîna wan dewam bikin û dest ji dozê bernedin.
Piştî nîşandana sînevîzyonê bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.