Polîsên dewleta Tirk li bajarê Colemêrg û Edeneyê bi hincetên siyasî avêtin ser gelek malan û herî kêm 12 kes binçav kirin.
Polîsên dewleta Tirk vê sibê li ser navêndên Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê yên li bajarê Colemêrg û navçeyên wê Şemzînan, Çelê û Geverê de girtin.
Hate ragihandin ku di serdegirtina navêndên KCD’ê de, 8 kes hatine binçavkirin.
Her wiha li bajarê Edeneyê jî, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de hatiye destpêkirin, polîsên dewleta Tirk 4 kesên din binçavkirin.
Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê Delîl Urek di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Urek a li Taxa Cûmhûriyetê de girtin û lêgerîn kirin.
Polîsan piştre Urek binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.
Nehat zanîn ku Urek bi kîjan hincetê hat binçavkirin.
Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Esenyûrt a Stenbolê Kemal Kaplan, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Polîsan saet 02.00’yê şevê, bi ser mala Kaplan de girtin, endamên malbatê bi erdê re dirêj kirin, gef li wan xwarin û amûrên malê belav kirin.
Polîsan bi hinceta “derbarê Kaplan de gilî heye” binçav kirin û birin Qereqola Kiraç a navçeyê.