Pisporên Navneteweyî: Divê lêpirsîneke serbixwe derbarê teqînê de pêk were

Pisporên Nevneteweyî yên mafên mirovan derbarê teqîna Libnanê de daxwaza lêpirsîneke serbixwe û lezgîn kirin.

Hinek Pisporên Nevneteweyî di daxuyaniyeke hevbeş de got:

“Divê lêpirsînek lezgîn û serbixwe li gorî rêgezên mafên mirovan ji bo teqîna Libnanê were destpêkirin.

Divê ev lêpirsîn jî ji aliyê desthilat û saziyên Libnanê ve neyê binpêkirin.”

Pisporên Nevneteweyî yên mafên mirovan destnîşan kir ku divê di lêpirsînan de nasnameya qurban û şahidên teqînê neyên eşkerkirin û tenê encam bên eşkerekirin.

Jixwe Serokê Libnanê Mîşêl Ewn daxwaza lêpirsînên navneteweyî derbarê teqîna Libanê de red kiribû.

4’ê Tebaxê, li bendera Libnanê teqînek mezîn çêbû, bêtirî 135 kesan jiyan xwe ji dest da û zêdeyî 6 hezar jî birîndar bûn.

Back to top button