Amerîka: Me li dijî Qayîde, DAIŞ û Hemasê dest bi pêngava desteserkirina çavkaniyên darayî kiriye

Dada Amerîkî li dijî DAIŞ, Qayîda û Hemasa Filistînê, pêngava desteserkirina çavkaniyên piştevaniya wan ên darayî kir.

Wezaretê ragihand ku wan bi milyonên dolaran ên şîfrekirî ku ji bo Qayîd, DAIŞ û Hemasê hatibûn veqetandin, desteser kirin..

Wezareta Amerîkî got:

“Li gel desteserkirina pereyan, me 300 hisabên piştevaniya darayî yên şîfrekirî, 4 malperên Elktronîk, 4 malperên Fecbookê yên ji bo komkirina pereyan jî desteser kirin..

Amerîka her wiha çeteyê DAIŞ’ê yê Tirkî Murad Cakar bi fêlbaziyê tewanbar kir.

Li gorî Kovara News Week jî, Murad ji bo piştevaniya darayî, di dema vîrûsa coronayê de alavên xweparastinê yên sexte bi rêya enternêt difrot.

Back to top button