Hêzên Asayişê nasnameya endama xwe Hind Şeaban eşkere kir

Hêzên Asayişê şehadeta endama xwe Hind Şeaban bi daxuyaniyekê ragihand.

Hêzên Asayişê di daxuyaniyê de diyar kir ku endama wan Hind Şeaban 26 Hezîranê, li Dêra Zorê dema erka xwe bicih tanî şehîd bû.

Hêzên”Asayiş” sersaxiyê ji malbata şehîd Hind û tevahî gel re xwest û got:

Li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi rûmet, ku canê xwe ji bo parastina malbat û gelê xwe dane, em teqez dikin ku em li ser rêya şehîdên xwe bimeşin.

Li gorî hêzên Asayîşê nasnameya Şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Hind Şaban
Navê Bav: Ehmed
Navê Dayikê: Sebah
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Cidîd bekara 1993
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: El-Bisêre 14-7-2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezorê 26-6-2023

Back to top button