Darvekirin bêhiqûqiya sîstema edaletê ya Îranê derdixîne holê

Doh yekemîn darvekirina xwepêşandêrên di çavçoveya “Jin, Jiyan, Azadî” de pêk hat.
Her wiha li dijî 11 çalakgerênd in jî biryara darvekirinê heye.Li dijî vê yekê nerazîbûn di qada navdewletî de zêde dibe.

Mohsen Şekarî yê 23 salî, bi hinceta ku di 23’ê Îlonê de li Tehranê endamekî Basicê birîndar kiribû, di dadgeheke şeklî de bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin.

Hêzên Besîc weke hêzeke paramîlîter tê naskirin ku ji bo tepisandina çalakiyên civakî yên dilsozên mûxafizên şoreşê yên Îranê tên bikaranîn.

Şekarî doh hate darvekirin.

Îro jî Şekarî hate veşartin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku ew ji ber darvekirinê ‘matmayî mane’, di heman demê de nerazîbûn nîşanî “darizandineke neheq a xwepêşandanê” da.

Rêxistinê got:

“Darvekirina Şekarî, bêhiqûqiya sîstema edaletê ya Îranê derdixîne holê, ji ber ku bi dehan kes heman çarenûsê parve dikin.”

Rûniştin bi awayek lezgîn bê parêzer çêbû

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) Mahmûd Amirî-Mohaddam ku navenda wan li Osloyê ye, bang li hêzên navneteweyî kir ku bi tundî nerazîbûn nîşan bidin.

Mohaddam hişyarî da û got,

“Eger bertek nebe wê çalakger bi girseyî bên darvekirin.

Muhsen Şekarî di dozeke lezgîn de bêyî parêzer bi darvekirinê hat mehkûmkirin.”

Li dijî darvekirina şekarî nerazîbûn

Amerîkayê nerazîbûn nîşanî aloziyên ku zêde dibin da û destnîşan kir ku ew ê desthilatdariya Îranê ji vê yekê berpirsyar bigirin.

Hikûmeta Almanyayê jî bertek nîşanî darvekirinê da.

Çavkaniyek ji Wezareta Karên Derve ragihand ku Sefîrê Îranê yê li Berlînê hatiye gazîkirin.

Hikûmeta Brîtanî darvekirin wek “skandalî” bi nav kir.

Îtalyayê got,

“Nabe ku li hember zexta desthilatdariya Îranê, civaka navneteweyî bêxem bimîne.”

Daîreya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY diyar kir ku cezayê darvekirinê ‘dijberî mafên mirovan e’.

Medyaya Înternetê ya bi sernavê 1500 tasvîr, piştî bidarvekirina Şekarî li Tehranê, dîmena jinekê belav kir ku ji êşa dike hewar û dibêje ‘Mohsen’.

Derbarê 11 çalakger biryara darvekirinê heye

Li gorî daneyên IHR’ê, ji despêka xwepêşandan ve heta niha 458 kes hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku hejmara kesên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, derket 11’an.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Îran piştî Çînê li cîhanê xwedî hejmara herî zêde ya darvekirinê ye.

Back to top button