Netanyahu daxwaza dirêjkirina dema bo avakirin hikumetê kir

Li Îsraîlê serketina Netanyahu ya di hilbijartinê de bi têra wê nekiriye.
Ji bo Netenyahu hikumetê ava bike, zehmetiyan dibîne.
Ji ber vê yekê ji Serokomar Herzog xwest ku dema ji bo avakirina hikumetê were zêdekirin.

Hilbijartina pêşxwest ya li Îsraîlê heta niha nekariye, aloziya heyî çareser bike.

Li gorî Ajansa Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN), Binyamin Netanyahu ji Serokomar Îshaq Herzog xwest ku dema erka avakirina hikûmetê du hefte dirêj bike.

Netanyahu ji Herzog re got:

“Danûstandinên ji bo avakirina hikûmetê dewam in û pêşketinên mezin çêbûne.”

Di nûçeya ku ti hûrgiliyên din cih negirtin de, behsa wê yekê nehat kirin ku Serokê Îsraîlê daxwaza Netanyahu qebûl kiriye yan na.

Dema yasayî ya Herzog ji bo Netanyahu hikûmetê ava bike roja Yekşemê 11’ê Kanûnê bi dawî dibe.

1’ê Mijdarê li Îsraîlê hilbijartina pêşwext pêk hat.

Di hilbijartina nava aloziya koalîsyonan de pêk hatî rastgirên tund serketinek mezin bidest xistin.

Benjamin Netanyahu ji 120 kursiyan karî 64’an bidest bixe.

Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog di 13’ê Mijdarê de Netanyahu ji bo avakirina hikumeta nû erkedar kiribû.

Bloka rastgir a Netanyahu, ji partiyên olî Şas û Yehûdiya Tewratê ya Yekbûyî û partiyên rastgir ên tundre Siyonîzma olî û hêza Cihû pêk tê.

Back to top button