Li Serêkaniyê çekdarên nenas 3’ê fermandarên çeteyên Direi Hesekê kuştin.
Duh çekdarên nenas li derdora gundê Elok ên li Serêkaniyê rê li ber erebeyeke çeteyên ‘Direi El-Hesekê yên girêdayî dewleta Tirk, girtin.
Çekdaran erebe gulebaran kirin û tê de 3’ê fermandarên ‘Direi El-Hesekê’ kuştin.
Ji bo girtina sûcdaran, çeteyên ‘Direi El-Hesekê bi ser malên gundê Elok û yên derdora wî girtin û 5 kes revandin.