Serokwezîrê herêma Başûrê Kurdistanê bi şandeyê re çû Bexdayê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi şandek bilind a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re ji bo çareserkirina pirsgirêka hinardekirina nefta Herêmê çû Bexdayê û bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya. Di civînê de li ser biryara dadgeha Parîsê herdu aliyan lihevkirin neft ji vir û şûnve bi awayeke navendî ji aliyê şîrketa Somoyê ve were hinardekirin.

Şandeyek Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi serokatiya serokwezîrê Başûr Mesrûr Barzanî re berê xwe da Bexdayê.

Ji bo çareserkirina pisgirêka hinardekirina nefta Başûrê Kurdistanê şandeyê berê xwe da Bexdayê.

Mesrûr Barzanî bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Aliyan li hev kir ku neft ji aliyê şîrketa Somoyê ve were hinardekirin

Di civînê de li ser biryara dadgeha Parîsê herdu aliyan lihevkirin neft ji vir û şûnve bi awayeke navendî ji aliyê şîrketa Somoyê ve were hinardekirin.

Piştî lihevkirinê hinardekirina neft bi rêya bendera Ceyhan ya Tirkiyê ji bo qada navnetewî destpê kir.

“Rêkeftina nû ya neftê wê pêşî li gendeliyê bigire”

Li ser mijarê berpirsekî Çarçoveya Hemahengî Turkî Cedan ji çapemeniya Iraqê re axivî û encamên lihevkirina nû ya Bexda-Hewlêrê nirxand.

Li gorî Cedan lihevkirina rêveberiya Bexda-Hewlêr li ser hinardekirina nefta Başûrê Kurdistanê çar aliyên wê yên erênî heye.

Li gorî Cedan dibe ku bi vê lihevkirina nû pêşî li gendeliya di dosyaya neftê bêgirtin û got: “Wê Rêveberina dosya nefta Başûrê Kurdistanê li gel Bexda be û mekanîzma li gorî sîstema federal be.

Dê gumanên li ser firotina bi nirxekî kêm û desthilata hinek şîrketan neyê hiştin.”

Cedan diyar kir ku wê Kurd zêdetir ji vê peymanê sûd werbigirin, dê dawî li qeyrana sotemeniyê bê û bilindbûna wê ya nirx jî were kontrolkirin.

Li gorî peymanê dê berpirsê şîrketa Somo ya neftê li gel hikûmeta federalî be û alîkarê wê jî dê Kurd be.

Back to top button