Çavdêriya Sûrî: Di êrişa Israîlê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Artêşa Israîlê li Sûriyê êrişeke nû pêk anî. Israîlê hin nuqteyên çekdarên Îranê û hikûmetê, li Şam û Siwêdayî bombebaran kir.

Îsraîlê di rojên derbasbûyî de êrişên xwe li dijî xaka Sûriyê zêde kirin.

Şevê din jî, Îsraîlê bi moşekan êrişî derdora paytexta Sûriyê Şamê kir.

Herêma balafirgeha Navneteweyî a Şamê, Herêma kargehan û herêma Seyîda Zeyneb yên Şamê hatin bombebarankirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku cihên çekdarên Îranê û nuqeteyên hêzên hikmûetê bûn aramca êrişa Israîlê.

Her wiha nuqteya Radar Til Sehin a hêzên hikumeta Şamê ya li rojhilatê Siwêdayê bû armanca êrişa Israîlê.

Pergala parastina hewayî ya hikûmeta Şamê kar kir û hin moşek anî xwarê.

Di êrişa Israîlê ya Li Şamê 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Ji destpêka îsal ve Îsraîlê 10 caran xaka Sûriyê bombebaran kir.

Li Helebê leşkerekî hikûmeta Şamê ji aliyê çeteyan ve hat kuştin

Li herêma bêçek şer û topbaran dwam dike.

Li xetên şer yên li gundên rojavayî Helebê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi sekvanî leşkerekî hikûmeta Şamê kuştin.

Back to top button