“Hevdîtin bû destpêka tifaqa gefxwarinên herdû aliyan”

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar anî ziman ku ji ber zexta Rûsyayê, Sûriyeyê hevdîtin bi Tirkiyeyê re kir û got:
“Divê hikumeta Şamê zanibe ku ji bo karibe bi gelê xwe re welatekî nû ava bike, divê polîtîkaya xwe biguherîne.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar derbarê civîna Tirkiyê û hikûmeta Şamê ku bi navbenkariya Rûsya pêk hat de nirxandin kir.

Riyad Derar anî ziman ku ji ber zexta Rûsyayê, Sûriyeyê hevdîtin bi Tirkiyeyê re kir û got:

“Piştî danûstandinên serokên îstîxbaratê yên herdu welatan, Wezîrên Parastinê yên herdu dewletan hevdîtin kirin..

Hevdîtin bû destpêka tifaqa gefxwarinên herdu aliyan.

Hin daxwaz hatin ragihandin..

Hin mijar veşartî man û hîn ê nehatine eşkerekirin.”

“Rûsya civandinê li gor berjewendiyên xwe dibîne”

Riyad Derar diyar kir ku Rûsya di demeke zehmet de ye û got:

“Ji ber vê yekê civandina Tirkiye û Sûriyeyê li dora maseyê, li berjewendiyên xwe dibîne.

Bêguman ev yek li hesabê dewleta Tirk jî tê.

Ji ber ku Tirkiyê destûr wernegirt û nekarî bi ser bikeve, vê carê berê xwe da hikumeta Şamê..”

Hevserokê MSD’ê tekez kir ku eger lihevkirinek di navbera Tirkiyê û Sûriyê de pêk were wê li dijî berjewendiyên gelên herêmê be..

“Ev hevdîtin bi kêrî hikumeta Şamê nayê “

Riyad Derar bal kişand ser nîqaşên têkildarî hevdîtineke gengaz a navbera Erdogan û Esad û got:

“Ev hevdîtin bi ti awayî bi kêrî hikumeta Şamê nayê.

Hikumeta Şamê ji ber zexta Rûsyayê van hevdîtinan qebûl dike ..

Hevdîtin çiqasî bêne dirêjkirin ewqasî bi kêrî Rûsyayê tê. ”

“Divê hikumeta Şamê polîtîkaya xwe biguherîne”

Derar ragihand ku MSD’ê ji destpêkê ve xeta sêyemîn ji xwe re kiriye esas..

Riyad Derar dawiyê destnîşan kir ku divê hikumeta Şamê polîtîkaya hikumetê biguherîne.

Hevdîtinên Tirkiyê û hikûmeta Şamê

Back to top button