Îlham Ehmed: Partiya Sûriya Pêşerojê dikare bi roleke girîng rabe

Kongreya 2. a Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi tevlêbûna 800 delegeyan ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqqayê hat lidarxistin. Di kongrê de Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Îlham Ehmed axivî û got: “Partiya Sûriya Pêşerojê dikare pêvajoyê bi rê ve bibe û li Sûriyê bi roleke pêşeng, çarenûsî û girîng rabe.”

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed jî axivî, lidarxistina kongrê pîroz kir û got: “Bêguman em di qonaxeke pir nazik re deras dibin, gelek destkeftiyên ku jin dikarin li ser asta Sûriyê û herêmê pêk bînin hene.

Partiya Sûriya Pêşerojê li gorî pêdiviyên siyasî, çandî û civakî hat damezrandin.

Armanceke wê ya sereke heye ku rewşa siyasî li Sûriyê bi pêş bixe.”

Her wiha Îlham Ehmed diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê dikare pêvajoyê bi rê ve bibe û li Sûriyê bi roleke pêşeng, çarenûsî û girîng rabe.”

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya êşerojê kongra xwe li dar xist

Konger bi xwendin û nîqaşkirina rêziknameya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir.

Di kongreyê de wê berdevka meclisê û du cîgirên wê yên nû û 21 endamên meclisê bên hilbijartin.

Back to top button