THOMAS GARRETT: DIVÊ TIRKIYÊ JI NATO YAN JÎ JI SÛRIYÊ DERKEVE

Endamê Kongressa Emerîkayê Thomas Alexander Garrett diyar kir ku Tirkiye îdia dike ku wan Efrîn, Cerablus û Bab rizgar kirin e, lê ya rast wan dagir kiriye.

Thomas Alexander Garrett ji kenala One America re axivî.

Thomas Garrett serdana xwe ya ji bo herêma navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên mertala Firatê bi bîr xist û wiha got:

“Min bi çavê xwe avahiyên ku çeteyan hedef girtine dît.

Şêniyên herêmê ji min pirs dikirin, gelo çima Emerîka destûr dide Tirkiyê van binpêkirnan li herêmên me bike.

Thomas Garrett teqez kir ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kiriye û li ser zarokên Efrînê zimanê Tirkî ferz dike.

Endamê Kongressa Emerîkayê îşaret bi îdiaya Tirkiyê ya hevalbendiya bi Emerîka re kir û wiha domand:

Lê Tirkiyê li ser vî bingehî tevnagere.

Lewma divê Tirkiyê yan ji NATO’yê derkeve yan jî ji Sûriyê.”

Leave a Reply

Back to top button