Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (YEKITÎ) ji bo şehadeda têkoşer Ferhad Şiblî, sersaxî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û ev êrişa dewleta Tirk şermezar kir.
Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekitî) bi peyamekê sersaxî ji malbata Ferhad Şiblî û endamên hevserokatiya Rêveberiya Xweser re xwest.
Partiyê di peyama xwe de got:
“Me şehîd ji nêz ve nas dikir, ew hem ji dozê û hem ji gelê xwe re wefedar bû.
Şehîd Ferhad bê dudilî kar û xebat dimeşand û her tim bi hêvî bû û di nêzîkatiyên xwe de dilnizim bû.”
17`ê Hezîranê balafirên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê êrişek pêk anî û tê de Ferhad Şiblî şehîd kir.