Artêşa dewleta Tirk a dagirker duh êvarê bê ser û ber gundên herêma Biradost gulebaran kirin.
Artêşa Tirk gundên Sînran, Xelîfan û Gerwa Zirar ên Biradostê gulebaran kirin.
Derbarê ziyanên gulebaranê de heta niha ti agahî nehatine bi dest xistin.
Roja înê jî balafirên şer ên dewleta Tirk çiyayên Xakurk û Şekîf ên herêma Bradostyê bombebaran kirin.
Hate ragihandin ku ziyan gihiştin jîngehên sivîlan yên li herêmê.