Çiya Kurd: Bi cih bûna El-Nusra li Efrînê plana dewleta Tirk e

Berpirsê Karên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd têkildarî bi cih bûna çeteyên Cebhet El Nusra li Efrînê diyar kir dewleta Tirk piştî têkçûna DAIŞ’ê hewl dide bi rêya van komên çete di bin navê Îslamê de Îmaratekê li Sûriyê ava bike. Çiya Kurd dibêje ji bo çareseriya aloziya Sûriyê divê rê li ber van planan were girtin.

Derbarê geşebêdanên dawî li herêmên dagirkirî û taybet rojeva neha ya belavbûna Eniya El Nusra li Efrîn û çend navçe û gûndên wê rêveberê gerîndeya karê derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ji Ronahî TV re axivî.

Kurd got ku dewleta tirk piştî helweşandina dewleta xîlafeta îslamî ya DAIŞ hewil dide îmareta îslamî bi riya EL Qaîdê li surî ava bike .

Di berdawamiya nirxandinê xwede Bedran Çiya Kûrd bal kişand ser pilana dewleta Tirk û şertên lihevhatina bi şamê re, herwiha anîna teorîstên El Nusra ji bo şerê QSD ê.

Çiya Kurd: Ji bo çareseriya li Sûrî divê pêşî li van planan bê girtin

Bedran Çiya Kurd girîngiya şerê li dijî van girûpan û polîtîkeya Tirkiyê , got ji bo pêkanina çareseriya siyasî li Sûrî pêwiste sînor ji bo van pilanan bê danîn .

Back to top button