Şêniyên Pişder û Ranya a Başûrê Kurdistanê li dijî komployê meşiyan

Şêniyên devera Pişder û navçeya Ranya a başûrê Kurdistanê jî li dijî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê meşek li darxist û daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin. Komîteya Tenduristiyê a Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan şêniyên gundê Tutmê ya girêdayî bajaroka Jarawe ya devera Pişder meşek lidarxist.

Di meşê de dirûşmên “Azadî ji bo Serok Apo û bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Di meşê de li ser navê girseyê Endamê Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Şêx Mihemed Bestê axivî û got:

Di nava 23 salên borî de li Îmraliyê Rêber Ocalan berxwedana herî mezin û dîrokî kir û tevayî hesabên dagirkeran serûbin kir.”

Mihemed Bestê got: “Heta Rêber Apo azad nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Mihemed bang li gelê Kurd û bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li beramberî komployan rabin.

Şêniyên navçeya Ranyayê daketin qadê û komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Meş li ber Parka Derwaze destpêkir heta Baxê Giştî dewam kir.

Li ser navê Komîteya Azadiya Ocalan, RJAK û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê peyam hatin xwendin.

Di peyaman de komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin û azadiya Rêber Ocalan hate xwestin.

Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye

Komîteya Tenduristî ya Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.

Hevberdevka Komîteya Tenduristî Bêrîvan Unver daxuyanî xwend û got:

“Li Îmraliyê êşkenceya ku di dîrokê de li ti cihan ne hatî dîtin li ser Rêber Apo tê meşandin.

Sazî û dezgehên CPT, dadgeha mafê mirovan ya Ewrupa, dezgehên tenduristî û huquqî yên cîhanê ji bo vê rewşê bêdengin.

Em bang li gelê xwe yê welatparêz, saziyên netewî û navnetewî yên tenduristî, huquqî dikin bi lez erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.

Rêber Apo nirxê me û hemû mirovahiyê ye, tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye.”

Back to top button