Meclisa Jinê ya Malbatên Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga seferberiyê kir

Sazî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî van êrişan bi daxuyaniyên cuda nerazîbûn xwe nîşan da. Di daxuyaniyan de li dijî van êrişan banga serferberiyê hate kirin, her wiha soza piştgiriya berxwedana gerîla û bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Li dijî Êrişên dagirkeirya Tirk ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi hevkariya PDK’ê, sazî ê rêxistinên Bakur û Rojhialtê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan da.

Meclisa Jinê ya Malbatên Şehîdan a Cizîr, Firat û Efrînê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dagirkeriya Tirk ya bi hevkariya DK’ê li dijî gerîla şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên siyasî yên Kurdistanî hate kirin ku bi rola xwe ya dîrokî li hemberî van êrişên dijî hebûna Kurdan rabin, her wiha lijî êrişan banga serferberiyê hate kirin.

Kongreya Îslama demokrtaîk bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir

Kongreya Îslama Demokrtaîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li Qamişlo êrişa dagirkeirya Tirk li ser Herêman Parastinê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanc ji van êrişan û êrişên li ser Şengalê qirkirina Kurdan e.

Êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên li dijî gerîla

Meclisa Navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo bi heman armancê daxuyaniyek da û ev êriş şermezar kir
Di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hate kirin li dijî siyasetên qirkirinê têkoşîna xwe bilind bikin.

Kongreya Star li bajarê Qamişlo jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeirya ê PDK’ê li dijî gerîla şermezar kir.

Li Herêam Firatê jî, Ciwanên PYD’ê bi daxuyaniyê êrişên li dijî gerçla şermezar kir.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jina Ciwan a Herêam Efrînê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Bajarê Minbicê û gundewarên wê jî bi daxuyaniyekê êrişê dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Paratinê şermezar kir.

li Tebqayê jî, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jina Ciwan bi heman armancê daxuyanî da û piştgiriya xwe bi berxwendana gerîla re anî ziman.

Meclisa malbatên Şehîda a Girê Spî jî li Eyn Îasayê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk û PDK’ê li dijî gerla şermezar kir û bang li gelê herêmê kir piştgiriya berxwedana gerçla bikin.

Li Helebê jî, Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinê ji bo piştgirya berxwedana gerîla ya li dijî êriên dagirkeriya Tirk û PDK’ê şahiyek li dar xist.

Şahî li taxa navenda kevanê ya li Taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin.

Back to top button