Şaredariya gel a navçeya Eyn Îsayê dest bi amadekirina binesaziya kampê kir

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Girê Spî neçarî koçberiyê bûn.Rêveberiya Xweser jî ji bo koçberan 2 hiktar erd diyar kir da ku Kampekê veke.Şaredariya Gel a Navçeya Eyn Îsa jî îro dest bi amadekirina binesaziya kampê kir.

Berpirsê xabatên avakirina kampê Mihemed El-Ehmed der barê amadekariyên vekirina Kampê axivî û got:

Me îro alavên dûzkirina erda kampê anîn, wê piştre torên avê bê dirêj kirin.

Mihemed El-Ehmed destnîşan kir ku, wê kamp li gorî çend qonaxan were avakirin.

Di her qonaxekê de wê 700 kon bên danîn, ev yek jî wê li gorî hejmara malbatên têne kampê, birêve biçe.

El-Ehmed teqez kir ku wê tevahiya pêwîstiyên girîng ên kampê, wek av, nan, kehrebe û dibistanan, peyda bikin.

Berpirsê xabatên avakirina kampê dazanîn ku wê xebatên avakirina kamp berî hatine zivistanê, bi dawî bibin.

Leave a Reply

Back to top button