Îlham Ehmed: Ger Rejîm difikire ku dewleta Tirk wê ji cihên dagir kirî derbikeve tenê xewnan dibîne

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku bi hatina leşkerî li ser sînor re rejîm nikare bêje ez xizmetê dikim û gel jî vê qebûl nake. Rejîm divê dest ji zimanê dijberiyê berde.

Îlham Ehmed ji paytexta Emerîka Washingtonê beşdarî bernameya Bûyer a Televsiona me bû û bersiva serokê Rejîma Sûrî Beşdar El Esed da.

Îlham Ehmed anî ziman ku niha di navbera dewleta tirk û Rûsiya de niha hinek lihevkirin pêk hatine lê ev tenê di aliyê leşkerî de ye.

Îlham got: Rejîm di aliyê dagirkeriya dewleta tirkiyê de hîna di xefletê de ye.

Rejîm difikire ku dewleta tirk wê ji herêmên dagir kirine derbikeve.

Heta niha jî rejîm zimanê dijberiyê bikar têne.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed daxuyakirin ku li herêmên niha di kontrola rêveberiya xweser de ye, şêwazê sistema rêveberiyê weke xwe dimeşe.

Leave a Reply

Back to top button