Beşar El-Esed: Lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de demkî ye

Serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed diyar kir ku eger dewleta Tirk dagirkeriya xwe li Sûriyê bidawî neke, wê demê ew neçar in ku bi rêbaza şer wê jê xaka Sûrî derxin.

Serokê rejîma Sûrî Beşar El Esed di hevdîtineke li gel televzyonên Sûriya û Sûriya Exbariyê de hevdîtineke taybet de axivî.

Beşar El Esed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tevî Emerîka ji bo kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Elbexdadî spasiya Sûriyê jî kiriye, lê hayê wan ji vê operasyonê tune bû û tebê Trump dixwest ku rastiyekeê bide vê operasyona xwe.

Beşar El-Esed têkildarî êrîşên dewleta Tirk û lihevkirina Sûçiyê ya navbera Rûsya û dewleta Tirk de jî wiha got:

Lihevkirina navbera Rûsya û Tirkiyê de demkî ye û armanc jê rêgirtina li ber Emerîka û projeya Almaniyayê bû.

Kengî be wê Tirkiyê ji Sûriyê derkeve û eger bi awayên aştiyan ji Sûriyê dernekeve wê demê şer wê bijarteya me be.

Esed Tekez kir ku Sûriye ne dijminê gelê Tirk e, lê belê Erdogan reftarên dijminatiyê dimeşîne û bi vê yekê tenê Erdogan dibe dijmin.

EM Û KURDAN CAREKE DIN DIKARIN BI AŞTÎ PEV RE BIJÎN

Serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed da xuyakrin ew dîsan dikarin bi awayekî aştiyane bi Kurdan re bijîn.

Her wiha der barê Komîteya Destûrî jî Esed got:

HETA TERORÎST LI SÛRIYÊ HEBIN KOMÎTEYA DESTÛRÎ BI SER NAKEVE

Heta Terorîst li Sûriyê hebin wê Komîteya Destûrî bi ser nekeve, lê dibe ku ev komîte tenê parçeyek ji çareseriyê be.

Esed tekez kir ku komên çete yên ku li Idlibê şer dikin, ti cudahiya wan ji artêşa dewleta Tirk nîn ew û bervajî wê, ji artêşa Tirk li ber dilê Erdogan delalîtir in.

Leave a Reply

Back to top button