Kampanyayê haştagê bi navê #NoFlyZone4Rojava duh dest pê kit

Ji duh ve malperên civakî bi hevoka “No Fly Zone 4 Rojava” hatine dagirtin.
Li vir her kes daxwaz dike ku ezmanê Rojava li pêşiya balafirên dewleta Tirk a dagirker were girtin.

Bi gelek zimanan duh hem xelkê Rojava û hema jî li derveyî, her kesî haştaga “No Fly Zone 4 Rojava” li malperên Medya Civakî belav kirin.

Di nava demeke kurt de, ji hêla bi sedhezaran kesî ve hat belavkirin.

Li gorî agahiyan li ser malpera Twitterê li nêzî 30 welatî ket nava rêza haştagên destpêkê.

Ev pêngav jî ji hêla 33 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî ve dest pê kiriye.

Xelkê bi gotinên weke ji bo 16 hezar şehîd û da zarok ji êrişan werin parastin, ev haştag belav dikirin.

Back to top button