Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê pêşangeheke pirtûkên rêber Apo vekir.
Pêşangeh bi beşdarbûn welatî, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, partiyên siyasî, saziyên jin, rûspî û şêxên eşîran li baxçeyê Yekitiya Werzîşê, hate vekirin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Semet Hezorî axivî û destnîşan kir ku di vê pêşengehê de cewherê rastîn a wekhevî, azadî û biratiya gelan heye.
Endama Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a Minbicê Asya El-Hisên jî diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya rêber Apo ew gihaştin vê rojê.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarê wê Sîham Hemo da zanîn ku ev pirtûk ji aliyê kesên ku ji bo azadiya gelan têdikoşe ji hundirê girtîgehê derketine.
Tê payîn ku Pêşangeh du rojan dewam bike.