Endamê Hêzên Asayîşê Ibrahîm Ismayîl li Şehbayê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Şehba û koçberên Efrînê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ibrahîm Ismayîl oxir kirin.

Endamê Hêzên Asayîşê Ibrahîm Ismayîl di encama topbaran dewleta Tirk ya li ser Şehbayê de şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li navçeya Fafînê hat lidarxistin.

Bi sedan ji şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinê ya Şehbayê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiyê de şêniyan cenazeyê şehîd birin gundê Um Hoş û li wir oxirkirin.

Back to top button