Fermandar Xabûr Ekad: Hevgirtina pêkhateyan êrişa DAIŞ’ê têk bir

Sala 2015’an mîna vê rojê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî navçeya Til Temirê kirin.
Wê demê 108 kesên din bûn qurbana hovîtiya wan û şehîd ketin.
Her çendî çeteyên hov xwestin wê derê dagir bike, lê hewldanên wan bi berxwedana hêz û şêniyên Til Temirê têk çûn.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Ekad û Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb
dibêjin:
“Bi hevgirtin û yekitiya xwe em ê li dijî dewletaTirk û êrişên wê jî biser bikevin.” 

Şeva 23’ê Sibata 2015’an ji bo pêkhateyên li Til Temirê şeveke tarî bû.

Wê şevê çeteyên DAIŞ’ê bi plan û koorîndeya bi dewleta Tirk re, ji du aliyan ve êrişî Til Temirê kirin.

Tê de derdora 250 Asûrî revandin.

Dewleta Tirk jî ji bo çete bi ser bikevin, di wê şevê de ava çemê Xabûr berda.

Û hewl da gundên navçeyê ji navenda wê qut bike û berxwedana şervanan têk bike.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Ekad ji ajansa Hawarê re behsa wan êrişan kir.

Ekad dibêje:

”DAIŞ’ê ji gelek aliyan ve êrişî navçeyê kir, xwestin bajar ji hemû aliyan ve têxin çemberê.”

Li ser têkbirina van êrişan, fermandar Xabûr Ekad ev tişt anî ziman:

“Em gelên Til Temirê bi Kurd, Asûr, Suryan û Erebên xwe ji berî sedê salan ve bi hev re dijîn.

Bi hemû hêzên xwe yên leşkerî em bûn yek û bi rihê berxwedanê me parastina Til Temirê kir.

Bi berxwedan, hevgirtina pêkhateyan û bi saya 108 şehîdan, ev êrişên li dijî navçeyê têk çûn.”

Fermandar Xabûr Ekad anî ziman ku êrişên niha jî hewldana temamkirina plana sala 2015’an e.

Dawiya nirxandina xwe Fermandar Xabûr soza domandina parastina herêmê da û bang li şêniyên navçeya Til Temirê kir ku li dijî hemû êrişan hevgirtî bin.

Dewleta Tirk rojane til temir û şêniyên wê dike armanc

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb jî li ser wê êrişê û berxwedana hatî kirin axivî.

Ciwan Mele Eyûb dibêje:

“Xwîna Kurd, Ereb û Asûriyan di parastina bajar de di yek xendeqê de tevlî hev bû.”

Li ser sûcên dewleta Tirk ên dawî li ser şêniyên herêmê jî Ciwan Mele Eyûb anî ziman Dewleta Tirk rojane sûcan li dijî şêniyan pêk tîne.’

Back to top button