Ji 9’ê Cotmehê ve Şaredariya gel a Kobanê li taxa Şehîd Ebdo dest bi avakirina parka bi navê “Jîn” kiriye.
Endezyara şaredariya bajar Edûla Remo diyarkir ku firehbûna parkê 2800 Metre çargoşeye û got:
“Park wê beriya sala 2024 bi dawî bibe.”
Welatiyê bi navê Xekîl Nebo jî spasiya şaredariyê kir got:
“Tevlî erişên dijwar yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê kar û xebatên şaredariyê dewam dike.”