Li Diyalayê, 2 polîsên Iraqî û sivîlek hatin kuştin

Li Diyalayê, di nav de 3 sivîl, 7 kes bûn qurbanên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê.

Şaneya Ragihanda Ewlehiyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi 2 bombeyan êrîşî erebeyeke sivîl û hem erebeyeke polîsên Iraqê kir.

Li gorî şaneyê, di encamê de, 2 polîsên Iraqî û sivîlek hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Iraqê…baregeha DYA ya Vîktoyayê bi 3 mûşekan hat armanckirin

Li aliyekî din, Medyayên Iraqî ragihand ku duh baregeha DYA’yê ya “Vîktoriya” a di balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê de, bi 3 mûşekên Katiyoşa hat armanckirin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyên, mûşek ji taxa El-Firat ya li derdora balafiregehê hatin avêtin.

Jixwe, heta niha ti aliyê jî ev êrîş negirtiye ser xwe

Back to top button