MSD: em bang li civaka Navdewletî dikin ku ji bo agirbestê çavdêrên Navdewletî rêkin

Ev du rojin li ser agirbeta ku hatiye ragihandin re derbas dibe lê dewleta tirk li gorî agirbestê tevnagere.
Ji ber vê yekê Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê bi riya daxuyaniyekê bang li civaka navdewletî kir ku çavdêrên navdewletî rêke ji bo ku lihevkirina agirbestê biparêzin.

Meclisa Sûriye Demokratîk di daxuyaniya xwe de teqez kir ku li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û navbeynkariya DYA`yê agirberst di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û dewleta Tirk de li ser dirêjahiya dûrbûna di navbera Eyn Îsa û Serêkaniyê de hate ragihandin.

QSD’ê teqez kir ku ew ê li gorî vê agirbestê tevbigere.

Lê dewleta Tirk û çeteyên wê li gorî biryarê tevnagerin û gundê Um El-Xêr ê ku dikeve başûr û rojhilatê Serêkaniyê topbaran kir.

Em bang li NY, Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî û Komkara Erebî dikin ku biberpiesyartiya xwe rabin û cavdêriya agirbestê bikin.

Her wiha bihêlin ku ev agirbest daîm be û artêşa Tirk a dagirker vekişe.

Leave a Reply

Back to top button