Şêniyên taxa Enteriyê ya Qamişlo bi meşek tecrîd şermezar kirin

Şêniyên Qamişlo li ser bangewaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger derketin xwepêşandanê û tecrîda li ser rêber Adullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Meş ji çerxerêya depoyan destpêkir heta çerxerêya Efrîn berdewam kir.

Bi sedan şênî û ciwanên taxê tevlî çalakiyên bûn.

Li çerxerêya Efrînê li ser navê taxê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şêro Qamişlo axivî.

Şêro Qamişlo teqezkir ku çalakî û têkoşîna wan wê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bidome.

Her wiha Şêro Qamişlo bang li ciwanan kir ku asta têkoşîn, berxwedan û sekina li hember komployên dijmin, bilind bikin.

Back to top button