Li Baxoza Dêra Zorê di teqîna mayînekê de zarokek birîndar bû

Li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê di encama teqîna mayîneke DAIŞ’ê zarokek birîndar bû.

Di encama teqîna mayîna bermahiyên DAIŞ’ê de zarokê bi navê Beha El-Dîn El-Nasir El-Îbrahîm yê 11 salî birîndar bû.

Şêniyan demekê berê ji aliyên peywendîdar xwestibû ku herêma Baxozê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin, bi taybet gundê El-Hiwêce û kampa Baxozê.

Ji aliyê xwe ve, tîmên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê xabatên xwe ji bo paqijkirina Baxozê ji bermahiyên DAIŞ’ê didomînin.

Beriya ku gund ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve di adara 2019’an de were rizgarkirin, çeteyên DAIŞ’ê tê de bi hezaran mayîn û teqemenî de li pey xwe hiştin.

Di 3 mehên borî de, di encama teqîna bermahiyên DAIŞ’ê li herêmê 7 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Back to top button