Artêşa Tirk li navçeya Til Temirê baregeheke nû ava kir

Artêşa Tirk tevî domandina sûcên xwe li herêmên dagirkirî, avakirina baregehan li pêş çavên hêzên Rûsyayê yên li herêmê ava dike.
Her dawî artêşa Tirk li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê baregeheke leşkerî ya nû ava kir.
Her wiha dagirkeriya Tirk amadekariyan dike ku baregeheke din li ser rêya navbera navçeyên Til Temir û Zirganê ava bike.

Ji dema dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ve û gihaştina artêşa Tirk û çeteyên wê li derdorê navçeya Til Temir a kantona Hesekê ve, hêzên dagirker gund û erdên sivîlan vediguherînin baregehên leşkerî.

Dagirkeriya Tirk wekî li Eyn Îsayê, li pêş çavên hêza garantor Rûsyayê, li eniya bakurê rojavayê Til Temirê gelek bargeh ava kirine.

Baregeha nû ku vê dawiyê hatiye avkirin, di navbera gundên El-Qasimiyê û El-Reşîdiyê ku 4 km li bakurê rojavayê Til Temirê ye.

Tevgerên vê dawiyê li gundên dagirkirî wekî tevgera wesayitên leşkerî yên li girê gundê Til Menax, bi armanca avakirina baregeheke nû li ser girê gund ku dikeve ser rêya di navbera Zirgan û Til Temirê de, pêk hatin.

Dagirkeriya Tirk niha satirên axê radike û mewziyan li derdora gir ava dike.

Di 17`ê Çileya borî de, çavkaniyekî leşkerî ragihandibû ku artêşa Tirk sewqiyatên nû anîne girê gund.

Ji gundê Til Menax ê li bakurê Til Temirê û heta gundê El-Erîşe yê li rojavayê navçeyê, 3 baregehên dagirkeriya Tirk hene.

 

Artêşa Tirk malên sivîlan li gundê El-Qasimiyê yê Til Temirê şewitandin

Her wiha duh careke din artêşa Tirk û çeteyên pê re li pêş çavên hêzên Rûsyayê hejmreke malên li gundê navçeya Til Temirê şewitandin.

Gundê El-Qasimiyê 4 km dûrî navçeya Til Temir e û ji dema dagirkirina Serêkaniyê û gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ye.

Artêşa Tirk li pêş çavê hêzên Rûsyayê ku baregeha wan tenê 2 km dûrî gund e, xaniyên sivîlên gundê El-Qasimiyê bi awayekî domdar dişewitînin.

Di 11`ê Sibatê de çeteyan gelek malên li heman gundî şewitandin.

Back to top button