PYD: Divê hikumeta Iraqê li şûna gefan xweseriya Şengalê nas bike

PYD`ê piştgiriya xwe ji gelê Şengalê re nîşan da û bang li hikumeta Iraqê kir ku li şûna zextê û gefan zimanê diyalogê bi kar û bîne got “Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên YBŞ`ê îradeya gelê me yê Şengalê temsîl dikin.”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê jî bi daxuyaniyekê berxwendana xelkê Şengalê silav kir

PYD’ê dazanîn ku 73 ferman û komkujiya 2014’an nîşanda ku divê hêzeke parastinê ya civaka Êzdî bixwe hebe, da ku bikaribe xwe bi xwe biparêze.

PYD`ê wiha got:

“Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên YBŞ`ê îradeya gelê me yê Şengalê temsîl dikin.

Di heman demê de nedubarekirina komjiyên nû li dijî gel misoger dikin. Ew beşekî saziya parastinê ya Iraqê ne û ew yek ne li dijî destûra Iraqê ye.”

PYD’ê diyar kir modela Rêveberiya Xweser li Şengalê kilîta çareseriya hemû dozên li Iraqê ye, ji ber ku modeleke demokratîk û alternatîf e.

PYD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hikumeta Iraqê kir ku li şûna zextê û gefan zimanê diyalogê bi kar bîne û taybetmendiya Êzdîxanê li ber çavan bigire û xweseriya Şengalê nasbike.

Back to top button