Dîroknas û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd bi nasnav Mamosta Şemal ku li Silêmaniye bi êrişeke çekdarî hatibû şehîdxistin, di çilrojya xwe de hat bîranîn.
Merasîm bi amadebûna malbata şehîd û sedan kesan li Salona Şehîd Atêla ya li Peymangeha Hunerên Ciwan a bajaroka Kifrî pêk hat.
Piştre li ser navê komîta amadekar a merasîmê peyamek ji aliyê hevalê Şehîd Mamosta Şemal, Selah Mihemed ve hat xwendin.
Di peyamê de hat gotin, “Şehîd Şemal bi nivîs û lêkolînên xwe piştrast kir ku çiqas di xema nîştiman de ye.
Piştre Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên li ser jiyan û têkoşîna Mamosta Şemal axivî û got: Ji ber xemsariya rêveberiya herêmê bi destê sîxuran di şeş mehan de 6 tekoşer hatin şehîdxistin
Di dawî de soza şopandina rêbaza Mamosta Şemal hat dayîn û daxwaza cezakirina kujerên wî hat kirin.
Mamoste şemal 28’ê Tebaxa 2022’an li ber mala xwe ya Kifrî hate kuştin, heta niha kujerê wî nehatiye girtin.