Dewleta Tirk nuqteyek din li Idlibê ava kir

Bi mijûlbûna Cîhanê bi vîrûsa Coronayê re, dewleta Tirk hejmara nuqteyên xwe yên leşkerî li Idlibê zêde dike û herî dawî nuqteyeke din li başûrê Idlibê ava kir.

Çavdêriya Sûrî ya Maêfn Mirov ragihand ku îro nîvro dewleta Tirk li gundê Bismam li Cebel Zawiya li başûrê Idlibê ava kir.

Bi vê yekê hejmara nuqteyên dewleta Tirk li herêmên bi navê ”Kêmşer” bûne 59 nuqte.

Avakirina vê nuqteyê jî piştî şandina 70 maşîneyên leşkerî bo Idlibê pêk hat.

Li gorî Çavdêriya Sûrî duh dewleta Tirk 70 maşîneyên leşkerî bi riya dergeha Kefe Losîn derbasî Idlibê kirin.

Ji 2’ê Nîsana borî ve, dewleta Tirk 6 hezar û 155 maşîneyên leşkerî û bêhtirî 10 hezar û 300 leşkerî şandine Idlibê.

Back to top button