Ciwanên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li Swîserayê bi ciwanên Antî-Faşîst re civiyan.
Nûnerên Kurd û Ereb ên ciwanên MSD’ê li bajarê Zurich yê Swîserayê panelek li dar xistin.
Zêdetirî 70 ciwan û jinên ciwan ên Swîsrî, endamên rêxistinên li dijî faşîzmê û komên piştgiriya navnetewî “enternasyonalîs” beşdarî panelê bûn.
Di palnelê de ciwanên MSD’ê behsa 11 salên Şoreşa Rojava kirin û pêşketinên ku Rêveberiya Xweser kariye ava bike ji aliyên çandî, civakî, aborî û rêxistinî.
Ciwanan behsa têkoşîn, berxwedana gel û hêzên leşkerî ya li hemberî dagirkeriyê jî kirin û balkişandin ser rola tevgerên ciwanan di şoreşê de.
Piştre kesên beşdar jî axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.
Nûnerên Ciwanên MSD’ê 1’emîn konferansa ciwanan a Cîhanî li Parîsê destpêka meha Mijdarê li dar xistin.
Niha jî ji bo danasîna şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û fikrên rêber APO li gelek dewletên Ewropayê civînan li dardixin.