2 Hezar û 300 xwendekar li zanîngeh û peymangehan hatin qebûlkirin

Li gorî mufadeleya 2023-2024’an, 2 hezar û 300 xwendekar li zanîngeh û peymangehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin qebûlkirin.
Her weha Rêveberiya Xweser avakirina avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê ku dê di demeke nêz de ji bo xwendekaran bê vekirin, bi dawî kir.

Mufadeleya sala xwendinê ya 2023-2024’an ji aliyê Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû amadekirin.

Ji bo beşên zanistî jî di zanîngeh û peymangehan de, ezmûna qebûlkirinê hatibû çêkirin.

Encamên xwendekaran li gorî mufadeleyê û ezmûnê tên kirin û beşên ku tê de cih bigirin tên diyarkirin.

Berdevka Mufadeleya 2023-2024’an a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Mihemed têkildarî mijarê axivî.

Sîham hejmara xwendekarên îsal derbasî zanîngeh û peymangehan bûne eşkere kir û ev agahî parve kirin:

“2 hezar û 300 xwendekar hatine qebûlkirin.

Ji wan 900 xwendekar li Zanîngeha Rojava, 500 li Zanîngeha Kobanê û 300 jî li Zanîngeha El Şerq hatin qebûlkirin.

600 xwendekar jî derbasî peymanghên tibî û mamosteyan bûne.

Sîham Mihemed diyar kir ku heta dawiya qonaxa yekemîn a zanîngehan “heta beriya Çileya 2024’an” xwendekar dikarin li gorî mufadeleyê derbasî zanîngehan bibin.

Lêkirina avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê bi dawî bû

Li hêlekî din, xebatên avakirina zanîngeha Kobanê ku sala 2018’an dest pê kir bi dawî bû.

Rêveberê projeyê endazyar Nezmî Mihemed got:

“Rûbera erdê zêdetirî 3 hezar metre ye, tevî rûbera qonaxan bi giştî dibe 7 hezar metre çargoşe.

Di dema pêş de ev rûber dê ji ber avakirina xewgeha zanîngehê berfirehtir bibe.

Mihemed diyar kir ku ev proje têra hezar xwendekaran dike û weha domand:

“Karên avakirina binesaziyê bi dawî bûn, tenê qîrkirina rêyên derdora wê û danîna torên kehrebeyê mane û ew jî dê di mehekê de bi dawî bibin.

Dewama Zanîngeha Kobanê roja 22’ê Cotmehê li avahiyeke demkî ya bajarê Kobanê heta amadekirina avahiya nû dest pê kir.

Back to top button