QSD’ê encamên êrişên li ser herêmê di 30 Mijdarê de eşkere kir

Êrişên Dewleta Tirk yên li ser herêmê dewam dikin. QSD’êbîlançoya roja 11’an a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşkere kir.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrişên dewleta Tirk a dargirker a 30 mijdarê eşkere kir..

Li gorî daxuyaniyê,

  • Herêma Cizîrê

Di seatên şevê yên 29’ê Mijdarê, gundên Um El Kêf û Tewila yên Til Temir bi obusan hatin topbaran kirin.

30’ê Mijdarê, gundê Tewila, Til Leben, Gozeliyê û Um El Xêr ên Til Temir bi obusan hat topbaran kirin.

Gundê Mala Bûbê, Esediyê, Dada Ebdal, Ereb Xan, Rabîat ên Zirgan û bajarokê Zirganê 35 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

Di van êrişan de, li gundê Ereb Xan malên şêniyan zirar dîtin.

Li hember van, hêzên QSD’ê di heman wextê de bersiv dan.

  • Herêma Firatê;

29’ê mijarê di seatên Şevê de gundê Cîşan, Koran û Xirbîsan ên Kobanê 5 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

Gundên Huşan, Selîbî û Saronc ên Girê Spî bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

Rojhilatê bajarê Eyî Îsa jî 3 caran bi obusan hat hedefgirtin.

Gundên Til Hemam, El Mihesnilî yên Minbicê û pira Qereqozak11 caran bi obusan hat topbaran kirin.

30’ê Mijdarê jî gundê Çariqlê, Koran û Xerebîsan ên Kobanê 2 caran bi obusan, carekê bi hawanan hatin topbaran kirin.

Gundên Erîda, Bîr Zinar, Kor Hesen, Dibis, Xirbet Beqer, Cedîda, Seyda, Kîtik, Hoşan, Sarone, Selîbî ên Girê Spî û rêya M4 bi obus û hawanan hatin topbaran kirin..

Rojhilatê bajarê Eyn Îsa û gundê Hemamê 4 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

Gundê Qirt Wêran ê Minbicê jî bi hawanan rastî êrişê hat..

  • Tirwaziyê;

Bejahiya bajarokê Genterî bi obusan hat topbaran kirin.

Di encam de şervanekî QSD’ê şehîd bû û yek jî birîndar bû.”

  • Herêma Efrînê;

Di 30 Mijdarê de, gundên Bêne, Aqibê, Şewarqa, Merenaz, Tatmaraş, Soxaneke, Tinnib, Elqemiyê, Malikiyê, Birc Qasê, Meyasê, Im Hûş, Im Qura, Samûqa, Hirbil, Eyn Deqnê, Bêlluniyê, Şêx Îsa, bendava Şehba û bajarokê Til Rifat 80 carî bi obusan û 6 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin.

 

Back to top button