Îmad Dawûd: Dorpêç bi serperiştiya Rûsya ye

Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Efrînê Îmad Dawûd destnîşan kir ku armanca dorpêça hikumeta Şamê li ser herêmê, ew e ku gel û Rêveberiya Xweser bixe bin bandora xwe.

Îmad Dawûd diyar kir ku girankirina dorpêçê bi taybet piştî binketina komîteya destûrê û lidarxistina Astanayê zêde bû û ev yek li gorî plana hevbeş a bi dewleta Tirk û bi serkêşiya Rûsyayê pêk tê.

Dawûd destnîşan kir ku Hikumeta Şamê dorpêça ji Tîrmeha 2020’an de zêde kir û nehişt kelûpel, madeyên xwarinê û derman derbasî herêmê bibe, ev yek ji şêniyan re bû barekî giran.

Back to top button