Konferansa 1. a Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû

Li Reqayê Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê pêk hat.
Di konferansê de, daxwaza maf û edaletê ya di doza Rêber Apo de hate kirin.

Konferansa yekemîn a Înîsyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Reqayê bi dawî bû.

Di konferansê de xalên li jêr hatin pêşniyarkirin:

Li cem dadgeha Ewropî, giliyê Erdogan bê kirin.

Bala dewletên Peymana Cenevreyê îmze kirine bikişîn ser doza Rêber Abdullah Ocalan, komîteyên qanûnî ava bikin, ji bo ku doza dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan şîrove bikin.

Piştgiriyê bidin tevahî înîsiyatîfên navneteweyî û înîsiyatîfa Rêbertî.

Li ser asta Rojhilata Navîn konferanserekê li dar bixin. Komîte û desteyên hiqûqî ava bikin ji bo ku van sûcan ragihînin aliyên têkildar.

Ji bo eşkerekirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û ya cîhanê doz li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê destpêkirin.

Ji bo dîsa li doza Rêber Abdullah Ocalan vegere, nameyekê bişînin dadgeha adilê ya Yewnanistanê.

Encamnameya konferansê li dewletên herêmî belav bikin, ji bo belavkirina fikr di nava gelan de çalakiyan li Sûriye û cîhanê zêde bikin.

Konferans, ji bo lidarxistina çalakiyên têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan platform e. Xwe bigihînin paytextên Erebî û cîhanê li ser asta qanûnî û hiqûqî.

Ji bo naskirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan, avakirina komîteyeke tenduristiyê ya navneteweyî.

Back to top button