Parlamenterê Iraqî Mensur Beêcî: Divê Iraq bikeve tevgerê

Parlamenterê serbixwe yê Iraqê Mensur û Hevpeymana Nasir ya Iraqî nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyê dan û bang li hikumeta Iraqê kir ku bikeve nava tevgerê. HDP’ê jî teqez kir ku yekane rêya rast danûstandin e.

Bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê zêde dibin.

Wezîrê Karê Hindir yê dewleta Tirk di rojên borî de ragihandibû ku ew ê li herêma Metîna ya nav xaka Başûrê Kurdistanê baregeheke nû ya leşkerî ava bikin.

Parlamenterê serbixwe yê Iraqê Mensur Beêcî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ser xaka Iraqê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku avakirina baregeheke leşkerî li Başûrê Kurdistanê û bê razîbûna hikumetê, ragihandina dagirkeriyeke fermî ye.

Mensur Beêcî bang li hikumeta Iraqê kir ku bi awayek lezgîn xwedî helwest be û ji bo hemû leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê derkevin zext werin kirin.

Kerîm El-Yoyî: Divê Iraq bêdeng nemîne û helwestê nîşan bide

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastina Lêpirsînê ya Iraqê Kerîm El-Yoyî jî derbarê êrîşên Tirkiyê ser Qadên Parastina Medyayê destnîşan kir ku Tirkiye rêzdariyê nîşanî cîrantiyê nade, lewma bi wê re diyalog nabe.

Kerîm El-Yoyî ji hikûmeta Iraqê xwest ku helwestê nîşan bide û bêdengiyê bişkîne

Hevpeymana Nesir hişyarî da dewleta Tirk

Hevpeymana Nesir ku li Iraqê hêza sêyem ya herî mezin e, têkildarî avakirina baregeheke nû ya dewleta Tirk li Iraqê hişyarî da dewleta Tirk daku siyaseta xwe ya hemberî Iraqê berçavan re derbas bike.

Hevpeymana Nesir da zanîn ku pêngavek bi vî awayî binpêkirina serweriya Iraqê ye û bang li hemû aliyên fermî kir ku ji bo parastina serweriya Iraqê erkê xwe pêk bînin.

HDP: Çareserî ne bi şer e bi danûstandinê ye

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê jî têkildarî êrîşên Tirkiyê ser xaka Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

HDP’ê got:

“Tirkiye ji sala 1983’an û vir ve di bin navê ‘ewlekariya sînor’ de li xaka Başûrê Kurdistanê operasyonên hewayî û bejahî dimeşîne.

Ev operasyonên li derveyî sînor ku bi rêk û pêk tên kirin, ji bilî mezinkirina şer bi kêrî tiştekî din nayê.”

HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya Tirkiyê li şûna ku ji vê şaşitiyê vegere û aştiyê li nava welêt û gelan ava bike, di heman şaşitiyê de israr dike.

Hat destnîşankirin ku sedema rastî ya van operasyonên leşkerî tunehesibandina alternatîfên siyasî yên li pêşberî pirsgirêka Kurd e û israra di polîtîkaya şer de ye.

HDP’ê teqez kir ku yekane riya rast ew e ku li ser bingeha aştiyane û demokratîk diyalgo û danûstandin bên kirin û raya giştî jî di vê mijarê de berpirsyar bin.

Şêniyên Binarê Qendîlê: Em bi gerîlayan re ne

Her wiha şêniyên Binarê Qendîlê jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin û pişgtiriya xwe ji bo berxwedana gerîlyan nîşan dan.

Back to top button