
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê ji ber vîrûsa corona 12 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 148 kesên din bi vîrûsê ketine, jî 77 mêr in û 71 jin.
Ciwan Mistefa da zanîn ku 11 kesên ku berê bi Coronayê ketibûn jî, baş bûne.
Bi van daneyên nû, li herêmê 16 hezar û 111 kes bi Coronayê ketine, ji wan 605 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 640 kes baş bûne.