Li Rojhilata Navîn li gel êrişan jinan mohra xwe li gavên dîrokî dan

Di sala 2023’an hem di aliyê giştî de hem di aliyê jin de gelek bûyerên giring qewimin. Tevî êrişên dijî jinan îsal bû sala herî zêde jinan rêxistinbûna xwe avakirin û ji bo wê gav avêtin. Li rojhilata navîn yê serkeşiya vê têkoşînê kirin jinên Kurd bû. Bi felsefeya jin jiyan azadî ev gavên dirokî hatin avêtin.

Di sala 2023’an de hedefa sereke ya hêzên mêr-dewletê têkbirina destkeftiyên jinan bû.

Li Rojhilata Navîn û cîhanê jinan li dijî van êrişan rêxistinbûna xwe esas girtin.

Yên mohra xwe li vê yekê dan jî jinên bi paradîgma Rêber Apo têkoşîna xwe bi rêve dibin.

Li Îranê di 16’ê îlona 2022’an de jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên ahlaqê ve hat kuştin.

Serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye, tirs xistiye nava dewleta Îranê.

Di 3’ê cotmehê de li Tehranê zaroka Kurd Armîta Grawend ya 16 salî ji ber serê xwe ne girtibû ji aliyê polîsên exlaqî ve bi êşkencê hate kuştin.

Jin Kurd Warîşe Moradî û çalakvan Golrokh Ebrahîmî Iraeî, Azîzî Phrafan û Nergîs Muhammedî û bi sedan jinên pêşengiya serhildanê dikirin hatine girtin.

Ne tenê li Îranê li Afganîtsanê jî li dijî tundî û zextên li ser jinan xeta berxwedanê pêş ket.

Di 2023’an de gelek qedexe ji bo jinan hatin danîn.

Di 29’ê Çile de Taliban jin negirtin ezmûnên ketina zanîngehan û perwerda zanîngehê li jinan hat girtin.

Radyoya dengê jinan di 31’ê Adarê de hat girtin.

Ji bo rojnamegerên biyanî yên jin astengî anîn û 25’ê Nîsanê de ketina wan ya welat hat qedexekirin.

Di 3’ê Tîrmehê de salonên kuafurê hatin girtin. li ser vê biryarê 60 hezar jin betal man.

Jinan li dijî bêdengiyê 1’ê îlonê de li Almanyayê greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Çalakiya jinan 12 rojan dewam kir.

Li Lubnanê krîza aborî bandorek mezin li ser jin û zarokên keç dike û yek ji van bandoran jî zewicandina zarokan e.

Li gorî lêkolînên hatine kirin malbat di navbera 50-100 dolarî de zarokan xwe di zewicînin.

Li Lubnanê berxwedana jinan li ser paradîgma Rêber Abdullah Ocalan tê rêxistinkirin.

Di 19’ê Tebaxê ‘Konferansa Tecrubeyên Tevgera Jinên Navneteweyî’ pêk anîn û konferans du rojan dewam kir.

Ji 12 welatan 100 jin tevi konfernsê bûn û li ser felsefe û fikrên Rêber Apo nîqaş kirin.

Şerê di navbera Hamas û Israîlê bûye sedema komkujiyan.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya girêdayî Hamasê, ji 7’ê Cotmehê ve herî kêm 18 hezar û 608 filistînî mirin û 50 hezar û 594 kes jî birîndar bûn. Ev hêjmar her saat zêdetir dibe.

Di şerê Xeza û Îsraîlê de bedelê herî giran jin û zarok didin.

Dijminên jinan li ser peyman û berjewendiyan di bin navê ” wekheviya Ol” de êrişan pêk tînin.

Dewleta Tirk ku şandeya Talîban kir mêvanê xwe êrişî Şoreşa jinê Rojava dike û ji bo Fîlîstînê çalakiyan û bernameyan pêk tîne.

Dûrûtiya Tirkiyeyê bi bazriganiya ku bi Israîlê re dike her tiştî derdixe holê.

Li dijî van têkoşîna bi pêşengiya jinên Kurd di qada nav netewî de deng veda.

Çavkaniya wê jî xwerêxistinkirina li ser felsefeya Rêber Apo digre.

Back to top button