Wezîrên Derve yên Misir, Fransa, Almanya û Urdunê li Qahîre civiyan

Wezîrên Karên Derve yên Misir, Fransa û Urdunê ji bo pêvajoyeke aştiyane a di nabera Filistîn-Îsraîlê de li Qahîrê civiyan.

Di civîna ku doh pêk hat de, Koma Munîh ji bo çareseriya pêvajoyeke aştiyê navbera Filistîn-Îsraîlê de civiyabûn.

Wezîrê derve yê Misirê Samî Şukrî di daxuyaniya çapemeniyê de keyfxweşiya xwe ya ji bo danustandinên aştiyê anî ziman.

Şukrî diyar kir ku alî li ser hurgiliyên danustandinan gihane lihevkirinekê.

Hate gotin di nava hefteyê de bi şêwazê kordînekirî wê dest bi xebatên danustandinên cidî were kirin.

Wezîrê karê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian ji ber malovaniya Misrê ji danustandinan re spasiya Şukrî kir û dazanîn ku wê civîna Koma Munih cara bê li Parîsê be.

Le Drian daxuyakirin ku hatina wan ya cem hev, israr û biryardariya aliyên civînê nîşan dide.

Back to top button