Çeteyên Tirk welatiyek hemberî 1500 dolar fidye berdan

Çeteyên Tirk welatî Cemal Mistefa li hemberî 1500 dolar fidye berdan.

Efrîn NEWS 24 diyar kir ku çeteyan Cemal Mustefa yê revandibûn li hember 1500 dolar fidye berdan.

Mustefa ji gundê Dêr Sewan yê Şera ye û dema ku ji Tirkiyê tê dersînorkirin ji aliyê çeteyan ve li Efrînê tê revandin.

Cara duyemîn e Hesen Bekir ji xelkê Mabetlî, tê revandin

Her wiha ciwanê bi navê Hesen Bekir ê ji navçeya Mabetlî jî caran duyemin hate revandin.

Efrîn NEWS da zanîn ku çeteyên El Emşat beriya niha di berdêla 1000 dolar fidye de ew berdabûn.

Piştî vê careke din Bekir tê revandin û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.

MÎT’a Tirk li Ezazê malbatek li Stenbolê ciwanek e Efrînî revand

Back to top button